Ji Aliyê Sosyolojiya Edebiyatê ve Bikaranîna Têgeha Eşîrê di Kilamên Dengbêjiyê de
Kilamên dengbêjiyê, di çand û edebiyata kurdan de cihekî gelekî giring digire. Tê zanîn ku edebiyata devkî, bêyî kilamê nayê fikirîn û ew wekî cureyeke berpêş e. Bi vî awayî kilam wekî olana jiyanê ye ku bi rêya çand, huner û edebiyatê di avahiya nasnameya takekesî û civakî de roleke sereke dilîze. Ev gotar, çend mînakên kilamên dengbêjiyê dinirxîne bê ka di nav wan de têgeha eşîrê ji aliyê sosyolojiya edebiyatê ve çawa hatiye bikaranîn. Ji ber ku têgeha eşîrê ji bo kurdan hêmaneke avaker e, wateyên cihêreng dihewîne. Herwiha bandora wê jî li ser kilaman zêde ye. Ji bo vê amancê di vê gotarê de hin kilamên dengbêjan ji aliyê têgeha eşîrê ve hatine dahûrandin û bi têkiliya civakî hatine şirovekirin. Encamên vê lêkolînê nîşan dide ku eşîr, di kilamên dengbêjiyê de wekî olana jiyana kurdan nirxekî berpêş e û di qada civakî, takekesî û siyasî de bi wateyên erênî yan jî neyînî hatiye bikaranîn. Ev yek di çarçoveya sosyolojiya edebiyatê de ji me re “hevbandora edebiyat û civatê, mijar û naverokên civakî, rolên civakî, peyam, temsîl û wate, şewqdana civakî, tîp û karakterên civakî an jî taybetiyên kesayetên giring, têkiliya komên civakî” û hwd. nîşan dide.
Authors
- Ferhat ÇİFTÇİ (ORCID: https://orcid.org/0000-0003-4117-2477)
Institutions
- Muş Alparslan University (TR)
Publication Details
- Journal
- Nubihar Akademi
- Published
- 2026-06-30
- DOI
- https://doi.org/10.55253/nubihar.2026.1928166
- Primary Topic
- Literary Theory and Cultural Hermeneutics
- Type
- article
- Field-Weighted Citation Impact
- 0.00