REXNEYA ZIMAN Û NASNAMEYÊ DI ROMANA KURDÎ YA DÎASPORAYÊ DA
PÛXTE: Romana kurdî ya dîasporayê jî nivîskarên ku ji welatên xwe veqetîyane û li Ewropa û Sowyetan ekoleke edebî avakirine pêk tê. Mahmut Baksi, Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Jan Dost û Helîm Yûsiv di romanên xwe da rasterast an jî nixumandî rexneyên civakî, sîyasî û dîrokî kirine. Ziman û nasname du têgehên sereke ne ku romannûsan derheqê van têgehan da di romanên xwe da cih dane hin rexneyan. Romannûsên dîasporaya kurdî, bi romanên xwe hewl dane ku li hember înkarkirina nasname û zimanê kurdî derkevin û îspat bikin ku ziman û nasnameyeke kurdan heye û mafê kurdan e ku bi zimanê xwe biaxivin û bi nasnameye xwe ya kurdî bijîn. Romannûsan bi vê boneyê bandorên neyênî yên çand û dewletên ku lê gihaştine, transferî bîra kolektîf a lehengên xwe kirine. Bi vî awayî çîroksazîyên romanên ku di dem û deverên cuda da derbas dibin, bûne galerîya rexneyên rastîya sosyo-polîtîk.
Authors
- Roger Acun (ORCID: https://orcid.org/0000-0001-6172-8191)
Publication Details
- Journal
- Nubihar Akademi
- Published
- 2026-06-30
- DOI
- https://doi.org/10.55253/nubihar.2026.1884671
- Primary Topic
- Media Discourse and Social Analysis
- Type
- article
- Field-Weighted Citation Impact
- 0.00